Topebarana hêzên dewletê rastî avahiya cerdevan hat
13:15
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê di encama topebarana hêzên dewletê ya li hemberê taxa Gundogdu de guleya topê rastê avahiya cerdevanê bi navê Ramazan Tatar hat. Di encama topebaranê de 2 zarokên Ramazan birindar bûn.
Êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP'ê di roja 27'an de li Şirnexê bi topebaranên giran re didome. Hêzên dewlet ji saetên sibê ve taxên Gûndogdu û Vakifkent hedef girtin û di encama topebarana li hember taxa Gûndogdu de guleya topê rastê avahiya cerdevanê bi navê Ramazan Tatar hat. Di encamê de 2 zarokên Ramazan birîndarbûn. Piştî topebaranê ti agahî derbarê malbata Tatar de ne hat bidestxistin û topebarana hêzên dewletê didome.
(kom/zt)