Hevseroka TUHAD - FED'a Gevere hat binçav kirin

13:44

JINHA

WAN - Hevseroka TUHAD- FED'a Geverê Remziya Yaşar serê sibê li Wanê hat binçavkirin

Li gel li navçeya Gevera Colemêrgê ev 28 rojin qedexeya derketina kolanan berdewam dike jî li hember xebatkarên saziyan girtin û binçavkirin berdewam dike. Serê sibê li Wanê Hevseroka TUHAD - FED'a Geverê Remziye Yaşar hat binçav kirin. Sedema girtina Remziye nehat zanîn û tu agahiyên ku birine ku derê nehat zanîn.

(dt/zt)