Li Silopiya malan dişewitînin

13:45

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê hêzên dewletê avahiyan dişewitînin û hildiweşînin. Li taxên Başak û Barbarosê heta niha bi dehan mal ji ber topebaranê hatin şewitandin.

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê ku êrîşên hêzên dewletê didomin leşker û polîs avahiyan dişewitînin. Li taxên Başak û Barbarosê duh bi şev dû bilind bû. Dem bi dem dengê teqînan hatin û heta niha li herdu taxan bi dehan avahî hatin xirakirin. Serê sibehê jî li dijî taxan topebaran hatin kirin. Li malan du bilind bû.

Li taxên Başak û Barbarosê dengên teqîn û çekan tên.

(kom/zt)