Zozanên Colemêrgê bombebaran dikin
13:46
Nîsan
10
/ 2016
JINHA
COLEMÊRG - Li Zozanên Xepiştê ya girêdayî bajaroka Rûbarokê ya ser bi navçeya Şemzînanê ku li ser sînor e, ji hêla Fermandariya Hidût a 34'emîn ve rastî topbaranê tê.
Hat diyarkirin ku Zozanê Xepiştê yê gundê Bêsosina girêdayî bajaroja Rûbaroka navçeya Şemzînana Colemêrgê ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye ji hêla 34'emîn Fermandariya Hidût ve rastî bombebarana top û obûsan tê. li gorî agahiyan bombebaran bi serê sibê de berdewam dike û daristanên herêmê zerareke mezin dîtine û hêj ev êrîş berdewam dikin.
(zyd/zt)