Gundê Aşûtê hîna dibin dorpêçê dene
13:46
JINHA
COLEMÊRG - Li gundê Aşûtê ya Çelê piştî ku leşkeran êrîşî welatiyên ku bazirganiya sînor dikin aloziya dest pê kir û qedexeya fîlî hate îlankirin. Qedexeya fîlî ya gund hate rakirin lê dorpêç didome.
Li gundê Aşûtê ya bi ser navçeya Çelê ya Colemêrgê duh leşkeran êrîşî welatiyên ku bazirganiya sînor dikin kiribûn. Piştre hêzên dewletê xqedexe fîli pêk anîn. Qedexeya li gund bi dawî bû lê dorpêç hê jî didome. Li gund hatin û çûyîn hatine girtin û ji aliyê leşkeranv e tê kontrolkirin, gund ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Leşkeran duh êrîşî welatiyan kiribûn û welatiyan jî bi kevirna ve bersiv dabûn wan. Di encamê de 4 leşker birîndar bûbûn. Leşkeran bi fermana qeymaqamiyê bi ser gund de girtin û ji mizgeftê anonsa "bila kes dernekeve dereve" kiribûn. Tabura li gund jî derûdora gund bombebaran kiribû.
(zyd/zt)