Taxên Geverê tên topbaran kirin
13:50
JINHA
COLEMÊRG - Li navçeya Geverê taxên Cumhuriyet û Gungorê dîsa di bin bombebaranê de ne.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê berxwedana xwerêveberiyê di roja 29'emîn de berdewam dike. Hêzên dewletê jî li dijî taxên berxwedanê êrîşên xwe didomînin. Bi şev li taxên Cumhuriyet û Gungorê dem bi dem dengê çekan hat. Serê sibehê jî Tabura Efeler, Fermandariya Alayê ya Navçeyê û li ser riya Şemzînanê hêzên dewletê hewl dan bikevin taxan. Lê hêzên YPS û YPS-JIN nehiştin hêzên dewletê bikevin taxan. Li ser vê yekê hêzên dewletê tax bi obus û hewananv e topebaran kirin. Li taxên Orman, Mezarlik, Eskî Kişla, Yeşîldere û Dize hêzên dewletê deriyên malan dişikînin û dikevin li hundirên malan û gelek malan dişewitînin.
(ho/zt)