Destur nadin parlementerê HDP'ê têkeve Nisêbînê

16:28

JINHA

MÊRDÎN - Polîsan nehişt ku parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan têkeve Nisêbînê.

Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan ji aliyên polîsan ve hate astengkirin û nehiştin ku têkevin nava Nisêbîna ku 28 roj in êrîş lê berdewam dike. Hat zanîn ku parlementerê HDP'ê Atalan û şêwirmendê wî ji bo ku bikevin bajêr hatin Nisêbînê. Li sêgoşeya rêya Midyad û Nisêbînê rê li parlementerê HDP'ê hate birîn û ketina wî ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

(kom/zt)