Hêzên dewletê di nava Nisêbîn û Qamişlo de xendekan dikolin
16:29
JINHA
MÊRDÎN - Ji aliyekî ve êrîşê bi ser taxên Nisêbînê de dom dike û ji aliyekî din ve xendek ji aliyê hêzên dewletê ve di navbera Qamişlo û Nisêbînê de tê kolandin.
Hêzên dewletê ji aliyekî ve êrîşên xwe yên giran bi ser taxên Nisêbîna Mêrdînê ve dibin û ji aliyekî din ve jî di navbera bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişlo de xendek tê kolandin. Di roja 28.emîn ya êrîşên bi ser taxên Nisêbînê de hêzên dewletê êrîşên giran bi ser taxan ve dibin. Ji ber ku 28 roj in nikarin bikevin taxÊn Nisêbînê de, ji derveyî taxan bi bombeyên hewanan, tank û gelek çekên giran êrîşî hundirê kolana dikin.
Hêzên dewletê ji aliyekî din ve lez dane kolandina xendekan û lêkirina dîwarên şermê. Di nava rojê de bi dehan tirên ku dîwarên ji bo nabera sînor de bên lêkirin li wan barkirîne ji ser kolana Îpekê ber bi derveyî bajêr ve tên birin. Hat dîtin ku hêzên dewletê lez dane kolandina xendekan û bi kepçeyên zirxî xendekan di navbera Qamişlo û Nisêbînê de dikolin. Hat hînbûn ku xendekên ku tên kolandin gelekî kûr in.
(kom/zt)