ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên bajarê Til Temir êrîşê çeteyan ya li hember Taxê Şêx Meqsûd bi tundî şermezar kirin û berxwedana gel li hember êrîşan silav kirin.

*Yekemîn endama Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê yê jin a bajarê Til Temir Cîhan Osman (Bêrîtan Cûdî) di 2'ê Cotmeha 2015'an de di encama pêvçûna ligel çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Dayîka Cîhan Osman Cewher Yûnis, diyar kir ku ew bi têkoşîna keça xwe serbilinde û got wan têkoşîna keça xwe dewirgirtine.

*Li Efrînê jin ên ku ji dewlemendiya xwezayê sûd werdigrin bi hatina biharê re berê xwe didin çiya û gîha berhevdikin. Fîdan Ehmed hem ji xwezayê sûdê digre hem jî di warê aborî de piştgirî dide malbatê.

*Ev mehek e ku hêza dewleta tirk Gever xistiyê dorpêçê û bi tu awayî destûr nade hemwelatî bikevin taxên xwe. Dayîka Qutret Aksoy a ku di sala 2015'an de kurê xwe Sileyman Aksoya di teqîna Pirsûsê de windakir û nikarê biçe ser gora kurê xwe, tenê daxwaz û hêviya wê ew e ku cara dawî biçe ser gora kurê xwe û duayan jê re bike.

* Nahide anî ziman ku dê li ser axa Botanê tenê aşîtî bi têkoşînê were û wiha berdewam kir: "Bila nehesibînîn ku xaniyên me xira kirin em ê paşve bikişin. Zarokên salên 90'an mezin bûn, em ne nizanin û em di farqa hertiştî denin. Bawerbim zarokên vê demêm ji me gelek bihêrsin, wê zarok bi vîn mezin bibin."