Jina 50 salî bi guleya polîsan hate birindarkirin

09:21

JINHA

COLEMÊRG - Li taxa Yeniyê ya Geverê jina bi navê Dirê Ozses bi guleya polîsan ji milê xwe birindar bû.

Li navçeya Geverê ya Colemergê ku ev mehek e dibin dorpêça hêzên dewletê de rewşa awarte berdewam dike. Polîsan li taxa Yeniyê ku tu xendek lê tune ne operasyon pêk anin û li taxê bê ser û ber guleyan reşandin. Di encama gulebarana polîsan de jina bi navê Dirê Ozses ya 50 salî ku di mitbaxa mala xwe de xwarinê çêdikir ji milê xwe birindar bû. Dirê ya birindar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Hate hinbûn ku rawşa Dirê baş e, di nexweşxanê de dermankirina wê berdewam dike.

(ho/zt)