Li Nisêbînê di êrîşan de zarokek birîndar bû

09:21

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê zaroka 14 salî ya bi navê S.A. di gulebaranê de birîndar bû. Li hember êrîşan berxwedana YPS, YPS-JIN berdewam dike.

Di dema êrîşên bi ser taxên Nisêbîna Mêrdînê de berdewam dike de, zarokek 14 salî dema li mala xwe bû bi guleyekê dê ji ku hat nehat zanîn birîndar bû. Piştî buyera ku li taxa Girnavas ya ku lê şer û pevçûn tûneye qewimî , zaroka 14 salî ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Hat hînbûn ku guleyên ku tên bi kar anîn ji aliyê taxa Dîcle û Yenîşehîr ve hatiye û welatiyên li taxa Girnavas dimînin ji ber gulabaranê nikarin ji malên xwe derkevin.

Di saetên êvarî de ji aliyê hêzên YPS û YPS-JİN'ê li dijî wesayita zirxî ya ku wekî ejder tê binavkirin çalakiya bi roketî pêk hat. Hat hînbûn ku Ejdera ku xwestiye têkeve taxê ji aliyê hêzên YPS û YPS-JİN'ê hedef katiye girtin û êrîş pêk hatiye. Encama êrîşê nehat zanîn.

Tîmên taybet bi hewan, obûs, doçka tank û gelek çekên giran yên din êrîşî hundirê kolanên taxên berxwedanê dikin. Ji ber êrîşên giran heta niha bi dehan malên welatiyên sivîl hatine hilweşandin û hêj tên hilweşandin. Pevçûnên di navbera hêzên YPS, YPS-JİN û tîmên taybet de li derdora taxan berdewam dike.

(kom/zt)