Li Nisêbînê hember êrîşên giran berxwedan
12:15
JINHA
MÊRDÎN - Di navbera hêzên YPS/YPS-JİN'ê û tîmên taybet de pevçûnên dijwar diqewimin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê êrîşên hêzên dewletê di roja 26'emîn de jî didomin û li hemberî van êrîşan her ku diçe berxwedan xwerîveberîyê zexmtir dibe. Hat zanîn ku dema duh êvarî tîmên taybet hewldan têkevin taxên berxwedanê, rastî bersiva hêzên YPS/YPS-JIN'ê hatin û pevçûn xwe dan der. Pevçûnan dûh êvarî heta saetên serê sibehê berdewam kirin. Tîmên ku nikarin bikevin taxên berxwedanê ji derveyî taxan bi obûs, hewan, tank, doçka û gelek çekên din êrîşî taxan dikin. Hate ragihandin ku ji ber van êrîşên dewletê malên gelek welatiyên sivîl hatine hilweşandin.
(kom/zt)