Li Erdîşê bankeyên ku jinan boya kirin hatin xêzkirin
13:07
JINHA
WAN - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li navçeya Erdîşa Wanê bi pêşengiya jinan bankeyên bi keske sor hatin boyax kirin ji aliyê hinek kesên nediyar ve hatin texrîp kirin.
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li navçeya Erdîşa Wanê bi peşengiya Meclîa Jinên Şaredariyê banketên rawestgehên otobusan bi rengê keske sor boya kirin. Bankeyên bi keda jinan hatîn boya kirin ji aliyê hinek kesên nediyar ve hatin xêzkirin. Li taxa Sahilkenta TOKÎ ya xwar a Erdişa Wanê hinek kesan li keviyê bankê rawestgihan nivîsên weke 'MHP' nivîsîn. Ji aliyê din ve rengê kesk sor û zer yê li ser bankeyan bi boyê texrîb kirine.
(dt/zt)