Li Şirnexê keya jî tên girtin
14:39
Nîsan
11
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX - Keyayê taxa Cumhuriyetê ya Şirnexê Hiznî Ugur ku li navçeya Sîlopya hatî binçavkirin bi sedemek nediyar hat girtin.
Keyayê taxa Cumhuriyet'ê ya Şirnexê ku dûh li navçeya Sîlopya hatî binçavkirin, piştî îfadeya li Miduriyeta Emniyetê ya Şirnexê derxistin dozgeriyê. Îfadeya Hiznî li dozgeriyê jî hat girtin û piştre bi daxwaza girtinê sevqê dadgehê hat kirin. Hiznî bi sedemek nediyar li dadgehê hat girtin.
Hiznî birin Girtîngeha tîpa T ya Şirnexê.
(kom/zt)