Li Nîsêbînê nûçegîhan di binçavan de hatin derpkirin
14:40
Nîsan
11
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Nûçegîhan Meltem Oktay û Ugur Akgul ku ji aliyê tîmên taybet ve hatine binçavkirin, amurên wan hat desteserkirin û piştre jî hatin derpkirin.
Nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ê Meltem Oktay û Ugur Akgûl ku ev 29 rojin geşadanên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi raya giştî re parve dikirin ji aliyê tîmên taybet ve avahiya wan a li taxa Çatalozû hat serde girtin û hatin binçavkirin. Di dema serdegirtina malê de telefonên nûçegîhan ji aliyê tîmên taybet ve hat desteserkirin. Hat zanîn ku nûçegîhan ji aliyê tîmên taybet ve hatine derp kirin.
(kom/zt)