ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:08

*Rêvebirên Kongra Star êrîşên li ser taxa Şêx Meqsûd ku ji aliyê hêzên opozisyona Sûriyê (ENKS'ê jî di nav de ye) û dewleta Tirkiyê ve tên kirin bi tundî şermezar kirin û bertek nîşan dan.

*Li Kurdistanê bi îlan kirina rêveberiya xweser re xebatên xweseriya demokratik jî hate dest pê kirin, gelê kurd li aliyekî li tax, navçe û bajarên xwe bi vedandina xendek û barîqatan parastina xwe ya cewherî dikin, li aliyê din jî xebatên wek çand, perwerdehî, aborî bi lez berdewam dike. Endama Meclîsa Dayimî ya KJA'ê Adar Şaman diyar kir ku ji bo civakê karê herî giring perwerdehiya civakê ye û wiha axivî: "Em armanç dikin ku perwerdehiya civakê bi birdoziya azadiya jinê, azadiya zarokan xwe bigihinini azadiya mirov û civakê."

*Gelê Serhedê şewandina tepikan tercih dikin, hem ji aliyê aborî û hem ji aliyê ekolojî ve tepik ji bo şêwetê li Serhedê jênegere. Asiye Keleş sedema tercîha wan a ji bo şewata tepikan wiha anî ziman: "Em tepikan di biharê de çêdikin. Çêkirina tepikan zehmete jî, lê dema ku zivistanê sobe pê germ dibe wan zoriyan hemû ji bîra me dibe."

*Jinên Sûryanî bertek nîşanî desteserkirina cihên dîrokî ên navçeyê Surê dan û wiha gotin, "Dewlet çewan ku Kurdan qetildike û bişavtina wan esas digre, me jî wiha tine hesab dike. Li hember kêm netew ji xwe polîtîkayê tûne kirinê her dem di dewrê de ye. Em dev ji dêr û warê xwe bernadin.

*Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kılıç Koçyigit, di derbarê tecrîta giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de got: "Bila tecrîta giran li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û bila dîsa vegerin çarêseriyê. Yên ser vê axê jiyan dikin tukes ji şerê tê jiyan kirin tiştek qezenc nake."