Jina ku hatî revandin bi giranî birîndar bû
16:32
JINHA
AGIRÎ - Jina mamoste yê ku li Bazîdê ji aliyê 3'ê kesên navên wan ne diyar hat revandin, xwe ji wesayîtê avêt da ku xwe rizgar bike. Di dema ku xwe ji wesayîtê avêt bi gran birîndar bû. Tehlûkeyê jiyana jina birîndar berdewam dike.
Jina bi navê Z.K (21) li navçeya Bazîdê a Agirî mamostêtî dikir, 3'ê kesên nave wan diyar xwestin wê birevînin. Jina ku li Agirê ji aliyê 3'ê kesan ve hatî revandin, xwe ji wesayîta ku bilez diçû avêt û bi giranî birîndar bû. Ajokerê wesayîtan ên ku rastî jina ciwan yê birîndar hatî ew rakirin Nexweşaneya Dewletê ya Agiriyê. Tehlûka jina ciwan ya jiyanê berdewam dike. Hata zanîn ku jina bi giranî birîndar bû sewqî nexweşxana Wanê hat kirin. Z.K di beşa lezgîn de tê girtin û hîn jî li ser hişê xwe ve nahatiye.
Di derbarê bûyere de Şêwirmenda Navênda Jinê ya Sema Yucel bi malbata Z.K re hevdîtin pêkanîn û diyar kirin ku hîna sedemê bûyerê ne hatîye zanîn û gotin ew ê şopdar bin. Hat zanîn ku yek ji kesên xwestine jina ciwan birevînin xwe radestî Miduryeta Emniyeta Agirî kiriye.
(dt/rc)