ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
08:59
* Navenda Jinê ya Zanist û Perwerdê hem jinan perwerde dike hem jî hewl dide pirsgirêkên wan çareser bike.
*Jinên Rojava berxwedana şervanên YPS-YPS-JIN yê li hember artêş û dewleta Tirkiyê silav kirin û gotin çewan Kobanê bi ser ket ew ê berxwedana li Bakûrê Kurdisan jî bi ser bikeve.
*Hanife Mehel Heso a ku ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgarbûyî got: "Bi giştî 14 zilaman ez firotim hevdu. Her yek li gorî xwe jin di firotin hevdu. Hemu tişt di anin serê me. Hema min destê zarokên xwe girt û çum malekê û ji wan re got; 'Min xwe avêtiye bextê we hûn bi min re bibin alikar û Min bigihînin YPG'ê' wele malik bi min re bu arikar û em gihandin YPG'ê."
*Weşanxaneya Aram ji 16'ê Nîsanê û pêve li pay hev dê li Wan, Îzmîr û Amedê fuara pirtûkan pêk bîne. Têkîldarê panelên ku wê di fuarê de bên li darxistin de Edîtora Weşanxaneya Aramê Zozan Ozkeskîn banga tevlîbûna fuarê li tevahî welatiyan kir û wiha got, "Em ê di fuarê de panêlên têkîldarê rojnamegerî, weşana Kurdî, Êzidî û Jineolojî de li darbixin."
*Mediha Sevil li kolanên Edenê berhemên xwezayî difiroşe û bi berhemên xwe gel derman dike û debara xwe pêk tîne.
*Dayîka Direxşan Îbrahîm a ji Başurê Kurdistanê ku 3 zarokên xwe daye tekoşîna azadiyê got: "Her sê Kurên min, tayîbetî jî yê herî dawî şehîdbûyî Bakur tenê ne zarokên min û malbatê ne, êdî bûne zarokên hemû gelê Kurd."
*Kalashên ku bi çandê xwe dijîn, ji ber tundiyên cur be cur ên Pakîstanê neçar mane koçî bajarên cuda bikin. Kalashên ku hêjmara nifûsê wan li herêmê ketiye 3 hezar, ji bo jîndin û parastina çanda xwe kampanya dan despêkirin.