Çeteyên SUK'ê zaroka di zigê dayîka xwe de qetilkirin

13:48

JINHA

HALEP - Di êrîşên çeteyên SUK û ENKS'ê ên ser Şêx Meqsûd ê de zaroka di zigê dayîka xwe de jî qetilkirin.

Çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê ku ENKS jî endamekî wê ye, ji 16'ê Sibatê ve bênavber taxa Şêxmeqsûd a Helebê topbaran dikin. Îro jî seat di 11:15'an çeteyan careke di bin çekên giran û sekvanan êrîşî taxê kirin. Di encama êrîşan de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û gelek sivîlên din jî birîndar bûn. Di nav birîndaran de rewşa birîndariya jinek ducanî (Şêrîn Hebeş (30) û Faris Hisên (50) giran e. Şêrîn Hebeş a ducanî bi guleya sekvanekî ji zikê xwe û Faris El-Hisên jî bi guleya sekvan ji serî û zikê xwe birîndar bûn. Di vê êrîşê de pitika di zikê dayika xwe de hat qetilkirin.

Ji aliyek din ve, şevê din li Seken Şebabî û taxa Muxaberat di navbera şervanên YPJ/YPG'ê û çeteyan de şer derket. Ev şer heta niha didome. Li gorî agahiyan, heta niha bi dehan çete hatine kuştin û birîndarkirin.

(zt)