13 cenazeyên li Darayê hatin înfazkirin şandin Erziromê
17:30
Nîsan
13
/ 2016
JINHA
COLEMÊRG - Cenazeyê aîdî 13 kesên li gundê Darayê yê Geverê hatin înfazkirin ji bo karên otopsiyê şandin Erziromê.
Li gundê Daraya Gevera Colemêrgê di 10'ê nîsanê de ji şevê heta danê sibê pevçûn domandin. Piştî pevçûnan 13 kesên ji aliyê tîmên taybet ve hatin înfazkirin, hat zanîn ku cenazeyê wan ji bo karên otopsiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hatin wergirtin û şandin Saziya Tibê ya Edlî ya Erziromê.
Agahiya nasnameyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane nehatin bidestxistin.
(zt)