Madeyek nediyar di destê zarokan de teqiya: 2 birîndar
17:52
JINHA
ŞIRNEX - Zarokê 6 salî yê ku bi madeyeke ne diyar li erdê dît û di destê wî de teqiya bi giranî birîndar bû. Her wiha bi zarokê re welatiyê bi navê Şeyhmus Kaya yê 60 salî jî birîndar bûye.
Piştî operasyonên qirkirinê yên leşkerî 44 rojan li Hezexa Şirnexê bi dawî bûn, bermahiyên leşkerî yên li her mane dibin sedena mirin û birîndariyan. Li taxa Turgut Ozal zarokê 6 salî yê navê wî nehat hînbûn, bi madeya ku li erdê dît di destê wî de teqiya. Bi teqînê re zarokê 6 salî û welatiyê bi navê Şeyhmus Kaya (60) jî birîndar bû. Kesên birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Deleyê ya Hezexê, zarokê bi giranî birîndar bû sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin. Zarokê ku xetereya wî ya jiyanê berdewam dike, hat ragihandin ku her du destên wî qut bûne.
(kom/zt)