ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:03

*Jinên bajarê Til Temir bertek nîşanî ambargoya ku ji aliyê PDK'ê û dewleta Tirkiyê yên li ser kantonên Rojava pêk tê dan û gotin armanca ambargoyê koçkirina gel ji herêmên wane.

*Rojda Ebdo yê ku li Taxa Şêx Meqsûd di encamê êrîşên çeteyan de birîndar bibû wiha got, "Ez dixwazim bibim parêzer û parastina mafê zarokan, gelê xwe û gelên bindest bikim."

* Xebatkara navenda çandê Asmîn Acar qala xebatê Navenda Çand û Hunerê a Bêrîvanê kir û wiha got, "Em zarokan ji bo her qadê jiyanê amede dikin. Armanca me zarokan di warê çand û hunerê de hişyar kirine."

*Meryem Belikli a li Seyhanê jiyan dike, 12 salan di dikana doneran de xebitî, berî 6 sala bi keda destê xwe dikan vekir. Meryem dibin meyzekirinên şaşwazde karê xwe bi hezkirin dike û bang li hemu jinan kir ku aboriya xwe ser bixwe ava bikin.

*Cenazeyên li nava Surê dihêlin nadin malbatan ji ber belgeyek bi awayê "endamên rêxistina terorê" amadekirine dixwazin wê bidin îmzakirin. Dayîkên Aştiyê bertek nîşanî tiştên bi malbatan didin jiyandin dan û gotin: "Ew belge ji bo ser komkujiyan bigirin amade kirine. Bila kes neyê van lîstokan. Emê bi hev re zarokên xwe oxir bikin."

* Jin li hember tacîz, tecavûz û şîdeta dewlet, mêr rêxistina xwe yê parastinê bi hêz dikin. Endama Kolektîfa Jinên Zanîngeha Enqerê Hîlal Zambakçi diyar kir ku, ew Nevîn Yildirm, Çîlem Dogan, Yasemîn Çakal û jinên ku li Kurdistanê hember şîdeta dewletê parastina xwe yê cewherî pêk tînin mînak digrin û bang rêxistinbûnê li hember şîdet û çanda tecavûzê li jinan kir.