Li Sîlopya di 10 rojan de 13 mirov qetilkirin

11:27

JINHA

ŞIRNEX – Li Sîlopya ji nû ve bi dest pê kirina êrîşên qîrkirinê re di 10 rojan de 13 kes hat qetilkirin û gelek kes jî birîndar bû. Ji derveyê tanqên ku bajêr tope baran dike, aliyek wesayîtên karê ji aliyê dîn jî bombeyên ku di hûndirê avahiyan de tê bicîhkirin bajêr tê hilweşandin.

Li navçeya Sîlopya Şirnexê êrîşên qîrkirinê ya di 14’ê Kanûna 2015’an de hatî îlan kirin û 37 rojan di encama êrîşên hêzên dewletê de 29 welatî jiyana xwe ji dest da. Êrîş û dorpêça hêzên dewletê piştî 37 rojên bi qedexeya demî re berdewam kir. Di êrîşên qîrkirinê ya 37 rojan de sedan avahî jê giranî hezaran avahî zirarê dît. Piştî dest pê kirin qedexeya demî polîtîkayên taybet yê hikumeta AKP’ê ket holê û 8 taxên navçê “herema xetere” hat îlan kirin û piştre bi biryara Komîteya Wezaretan ya “îstîmlakirina lezgîn” dest pê hişweşandina lezgîn kirin. Li taxên Başak û Barbaros di çarçevoya biryara “îstîmlakirina lezgîn” de bi wesayîtên kar dest pê hişweşandina sedan avahî hat kirin.

Bajar ji dûr ve tê top baran kirin

Hêzên YPS-YPS-JIN’ê di 4’ê Nîsanê li dijî dibistana ku bi biryara “îstîmlakirina lezgîn” vediguherandîn qereqolê çalakiya lidarxistin û piştî çalakiyê êrîşên qîrkirinê bi îlan kirina qedexeya derketina kolanan ji nû ve dest pê kir. Bi îlan kirina qedexeyê re sevqiyeta tang û cebirxaneya leşkerî li ser navçê pêk hat. Hêzên dewletê ku nikarîn têkevin taxên Başak û Barbaros ji dûr ve taxan tope baran kirin. Di encama tope barana hêzên dewletê de zaroka bi navê Esra Şalk a 2 salî, Zûlfiye Şalk (70), Behiye Erener (45), Rahîme Sanir (16) û ji malbata Tonguç Muhyettîn, Ahmet, Îsa ve Sadettîn Tonguç jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YPS’ê de jî hat ragihandin ku şer û pevçûnên li navçeya Sîlopya ya 4’ê Nîsanê 5 endamên YPS’ê û YPS-JIN’ê jiyana xwe ji dest da.

Piştî şer û pevçûnên 4’ê Nîsanê di çarçevoya biryara “îstîmlakirina lezgîn” ji aliyê hêzên dewletê ve bombe di hûndirên avahiyan de hatin bicîhkirin û avahiyên di bajêr de hatin hilweşandin. Hêzên dewletê ku bi wesayîtên karê re têketin taxên Başak û Barbaros’ê dest pê xira kirina avahiyan kirin. Şeniyên taxan bi zorî ji malên wan hatin lidarxistin û hêzên dewletê destûr nedan ku amurên xwe û cilê bergên xwe jî derbêxin. Her wiha avahiyên ku derdoran dibistana Yavuz Selîm ya li taxa Barbaros ku dê bibe qereqol jî tê hilweşandin.

Qedexeya derketina kolanan bi hilweşandina navçê di roja 10’an de didome.

(kom/zt)