Li Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê 10 cenaze tên girtin

14:25

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexa ku ev 31 roj e berxwedana xwerêveberiyê lê didome, 1 jê jin 10 cenaze li nexweşxaneyê tên rawestandin.

Li Şirnexê êrîşên qirkirinê yên hêzên dewletê yên di 14'ê adarê de di bin navê "Qedexeya derketina kolanan" de destpêkirin, didomin. Hat diyarkirin ku cenazeyên hin endamên YPS/YPS-JIN'ê yên ku di dema êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin. Rayedarên nexweşxaneyên ên derbareyê cenazeyan de tu agahiyê zelal nedidan, li gel vê çavkaniyên herêmî ragihandin ku di dîrokên cihê de 1 jê jin cenazeyê 10 kesî anîne nexweşxaneye.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê di daxuyaniyên xwe dîrokên cihê de navê 14 kesên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabûn diyar kiribû û dabû zanîn ku ew dê agahiyên nasnaemeyên 4 kesên din jî di rojên pêş de aşkere bikin. Navên ku YPS'yê aşkere kiribûn ev in: Ceylan Sayar (Rengîn Şerefxan), Gurbet Kaya (Jiyan Amara), Salih Batmaz (Mazlûm), Sekvan Îlhan (Andok Zana), Yûsûf Aybak (Şoreş Goyî Masîro), Şeyhmûz Koç (Botan Nûsaybîn), Omer Aslan (Rohat Van), Yasîn Elçî (Tolhildan Çirav), Mehmet Înal (Diyar Cûdî), Mahmût Surgît (Şervan Cûdî).

Her wiha di rojên berê de ji van navan, cenazeyê endama YPS-JIN'ê Ceylan Sayar(rengîn Şerefxan) ji aliyê malabta wê ve li navçeya Seraya Wanê haitbû definkirin.

(zt)