Ji bo Endama YPS-JIN Besna sersaxî berdewam dike
16:37
JINHA
ŞIRNEX - Konê sersaxiyê yê ji bo Endama YPS-JIN'ê Besna Findik ku di êrîşên qîrkirinê ya hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dayî yê li gundê Xwezayî hatî danîn bi girseyî tê ziyaret kirin.
Li navçeya Silopya Şirnexê ku êrîşên qîrkirinê yên hikumeta AKP'ê ji nû ve dest pêkirin. Di êrîşên 5'ê nîsanê de Endama YPS-JIN Besna Findik jiyana xwe ji desta. Ji bo Besna li gundê Xwezayi yê Silopya konê sersaxiyê hat danîn. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kunur û nûnerên saziyên sivîl jî dinavê de bisedan welatî bi girseyî çun konê sersaxiyê yê ji bo Besna hatî danîn ziyaret kirin. Parlementerê HDP'ê Faysal Sarilyildiz di sersaxiyê de axivî û balkîşand li ser ji nû ve dest pê kirina qedexeya derketina kolanan a Silopya. Faysal qedexeya derketina kolanan a 37 rojan li Silopya berdewam kirî jî bibîrxist û got ku gelê kurd li ser piyane û dê liberxwe bide.
Ji bo Besna ziyaretên sersaxiyê berdewam dikin.
(kom/zt)