Endama Meclisa Colemêrgê Zeynep Yilmaz hat girtin

17:28

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê jî girtin û binçav berdewam dikin, Endama Meclisa Colemêrgê Zeynep Yilmaz girtin li gel 6 kesên dinê şandin Girtîgeha Colemêrgê.

Weke hemû deverên Bakurê Kurdistanê li Colemêrgê jî operasyonên qirkirinên siyasî berdewam dikin. Bi hinceta tevlî daxuyaniya îlana rêveberiyên xwecihî bûne 6 kes hatin. Bi ser gundê Dizê de jî girtin û li wê jî Endama Meclîsa Navenda Colemêrgê Zeynep Yilmaz binçav kirin. Zeynep sewqî Dadgeha Colemêrgê kirin pişti ku doza Zeynebê li Dadgehê hat dîtin bi hinceta tevlî daxuyanîya rêveberiyên xwecihîbûye bi biryara Dozgerê Colemêrgê hat girtin û şandin Girtigeha Colemêrgê.

(zyd/zt)