Selma Irmak operasonên KCK'ê ji Wezîrê Dadê pirsî

18:59

JINHA

COLEMÊRG - Parlementera Colemêrgê Selma Irmak operasyonên KCK'ê yên dubare hatine despêkirin ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag pirsî.

Parlementera Colemêrgê Selma Irmak ji bo Wezarê Dadê Bekir Bozdog pêşname pirs da. Selma di pêşnûmê de bal kişand li ser doza KCK'ê û di pêşnûmê de diyar kir ku li Tirkiyê pirsgirika herî giring pirsgirika Kurde û wiha got; "Pirsgirika Kurdan niha li Tirkiyê ji aliyê derûnî aborî û çandî ve giringe. Di dawiya 35 salan de 45 hezar welatiyan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran gund hatine vala kirin û bi milyonan welatî koçber bûne. Partiyên siyasî ên ji bo pirsgirika Kurd çareser bikin ketine nava hewildanan hatine girtin û xebatkarên Partiyên siyasî di bin çavdariyê de mane. Minaka vê ya herî balkêş di sala 2009'an de bi nav KCK'ê operasyonên siyasi dest pê kirin û 10 hezar siyasetmender hatin binçav kirin û 5 hezar siyasetmender jî hatine girtin. Bi dozên KCK'ê re dozên Ergenekon û Balyoz ji dest pê kirine ji doza KCK'ê gelek kes hatin berdan, lê 24 Tirmeha sala 2015'an disa doza hat vekirin ketiye Rojeva dozgeriyê."

Her wiha Selma Irmak ji Wezarê Karê Hindir Efkan Ala re ji pêşnûme şand. Selma di pêşnûme yê de qedexeyên li Gever, gundê Vezirava û zozanên Colemêrgê hatine îlan kirin pirsî.

(zyd/zt)