Nûçegihana DÎHA yê Meltem Oktay girtin

19:34

JINHA

MÊRDÎN - Nûçegîhana DÎHA yê Meltem Oktay ku li navçeya Nisêbînê hat binçavkirin, bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" ye hat girtin. Nûçegîhanê DÎHA yê Ugur Akgul jî li dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.

Polîsên tîmên taybet di 12'ê Nîsanê de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê nûçegîhanên ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê Meltem Oktay û Ugur Akgul li Taxa Çatalozuyê di dema şopandina geşedanên li navçeyê de, binçav kiribûn. Polîs û tîmên taybet Meltem û Ugur, piştî lêgerîna malê ew şandin Muduriyeta Polîsan a Nisêbînê. Meltem û Ugur ku diviya bûn duh derketina pêşberî dozgeriyê îro sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê jî pîştî îfadeya Meltem û Ugur girt, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dozgriyê parvekirinên medya civakî û nûçeyên çêkiribûn hincet nîşan da. Dozger bi daxwaza girtinê Meltem û Ugur sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî der barê Nûcegîhana DÎHA yê Meltem Oktay de nûçe, wêne û îfadeya 4 kesên nepen hincet nîşan da û bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" ye biryara girtinê da û Meltem şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Heyetê der barê Nûçegihanê DÎHA yê Ugur Akgul de jî nûçe û wêneyên kişandibûn hincet nîşan da û bi şertê kontrola edlî serbest berda.

(zt)