ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Rêvebera Kongreya Star Ronahî Til Temir têkîldarê êrîşên çeteyan yê li hember taxa Şêx Meqsûd nirxand û berxwedana gel yê li hember êrîşan silav kir.

*Xebatkara navenda çandê Asmîn Acar qala xebatê Navenda Çand û Hunerê a Bêrîvanê kir û wiha got, "Em zarokan ji bo her qadê jiyanê amede dikin. Armanca me zarokan di warê çand û hunerê de hişyar kirine."

*Li bajarê Til Temir jina 90 salî Salîha Mihemed têkoşîna jiyanê dide û diyar dike ku tevahî jin dikarin bi vîna xwe jiyana xwe rêvebibin.

*Ji jinên di demboriyê de li hember sazumaniya feodal jiyana xwe guhertî û hêza xwe ya cewherî derxistî holê gulsum Gureş diyar kir ku bi tekoşînê re ew ketiye ferqa zoriyên jinan di nava feodalîzmê de û wiha got: "Divê bi her awayî tindî û şideta ser jinan bê zanîn. Jinên rastî ti zoriyan nehatibe jî divê ji bo jinên dinê tekoşînê bikin, ji ber ku tekoşîn peyîwira me ya bingehîne. Di jiyana jinê de tekoşîn ji nan û avê zêdetir pêwîste."

*Parsenghilgir Yeşîm Erman ya astengdarê çav di gelek pêşbirkên Tirkiyê û cîhanê de serkeftin bi dest xistine wiha dibêje, "Li hember her kesê ku digot 'tu nikarî bikî' bi sporê re min tevahî astengî derbaskirin.

*Aktîvîst û femînîsta ji bo piştgiriya Cizîrê hatî Ozgul Saki got: "Ez bang li jinên bajarên Tirkiyê dikim bila wêrin piştgiriyê. Bila nebejin 'Em ê karibin li Cizîrê çîbikin? Bi rastî gelek kar heye em li navçê bikin. Em ê ji bo vê pevajoyê ji jinên Cizîrê re bibin piştgirî û hevpar."

*Hevseroka KCD'ê Leyla Guven operasonên demên dawî ser nûnerên kurdan zêdebûne nirxand û got: "Ji xwe di nava kurdan de jin, zarok, ciwan, kal û pîrên girtîgeh nedîtî nemane. Hewildidin bi destê darazê siyaseta kurdan asteng bikin."