Li Girtîgeha Jinan Bakirkoy tindî zêde dibin
09:53
JINHA
STENBOL - Li gorî agahiyên ji parêzerên OHD yê hatine girtin li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tindiyên li ser girtiyên jin zêdebûne.
Li gorî agahiyên ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz hatin wergirtin, girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, ji bo şuştina kincên xwe ji kantînê teştê dikirin, lê rêveberiya girtîgehê astengiyê derdixîne pêşiya wan. Normal her girtî dikarin teştekê bikire, lê belê îdareya girtîgehê serê 7 girtiyan teştekê dide wan. Li aliyê din, girtiyên nû yên dixwazin derbasî koxûşa siyasiyan bibin, rastî gef û zexta îdareyê tên. Îdareya girtîgehê bi gotina "Eger hûn derbasî koxûşa siyasî bibin, hingî wê eşkere bibe ku hûn endamê rêxistinê ne" dixwaze girtiyan bixe koxûşên serbixwe.
(zt)