Li hember definkirina cenazeyê endamê YPS'ê Yusuf Aybak astengî
15:04
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyê endamê YPS'ê Yusuf Aybak ku di êrîşên qîrkirinê yên ser Şirnexê de jiyana xwe ji dest dayî ji aliyê malbata wî ve hat teşhîs kirin. Malbata Aybak ku xwest cenazeyê Yusuf li navçeya Qilebanê defin bikin, ji aliyê hêzên dewletê ve hat astengkirin.
Cenazeyê endamê YPS'ê Yusuf Aybak ku di encama êrîşên qîrkirinê yên li hemberê Şirnexê de jiyana xwe ji dest dayî ji aliyê malbata wî ve hat teşhîs kirin. Piştî ku cenazeyê Yusuf hat teşhîskirin, malbata wî xwest ku li navçeya Qilebanê defin bikin lê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin. Li ser astenga hêzên dewletê malbata Aybak xwast ku cenazeyê zarokê xwe li bajaroka Dêrgûlê defin bikin lê carek dîn ji hatin asteng kirin.
Li ser astengiyên hêzên dewletê malbata Aybak dê cenazeyê endamê YPS'ê Yusuf Aybak li bajaroka Gundikê Melê defin bikin.
(kom/zt)