ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Jinên Surê li hember destdayîn û xirakirina Sûrê bi xemgînî û hêrs wiha gotin, "Em ê ti car destûrê nedin Sûr bê xirab kiri." Sabîha bi rêzên helbestan evîndariya xwe yê li hember Sûrê wiha tîne ziman, "Hûn Amedê ji çar aliyan ve dorpêç bikin jî, hûn nikarin ne me ne jî dilê me dîl bigrin."
* Ji ber polîtîkayê hikûmeta AKP'ê û Serokomar yê li hember gelê Kurd bandor li ser zozanan jî kir. Jinên Erdîşê nerazîbûn nîşanî qedexeyê derketina zozanan dan û gotin, "Divê bê zanîn em ê serî li hember van şantajan nedanin. Em qedexekirina zozanan nasnakin û em ê li ber xwe bidin. Zozan yê gele destê xwe ji zozanê me vekşînin."
*Li gorî agahiyên Wezîrê Karê Hûndir yê Almanyayê, salê borî ji bo 6 hezar zarokên penaber ên winda, danazana windahiyan dabû Almanyayê. Ewropa bê parastin bi hezaran zarokên ku seyahetê dikin bi îhtîmalê ku hatine revandin, lêkolîn daye despêkirin.
* Fadîk Adiyaman a ku bi boneya şert û mercê wê bê başkirin û sewqî girtîgeha Bakirkoyê bê kirin dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiribû rewşa wê her ku diçe xirabtir dibe. Cîran û hevalên Fadîk jî li derve bi armanca piştgirî bi Fadîke re dest bi grevê kirin. Hevalên Fadîk gotin "Divê daxwaz bên pejrandin û Fadîk nemire."