8 cenaze ji Farqînê anîn Dîlokê

13:59

JINHA

DÎLOK - Cenazeyên 8 kesên ku li navçeya Farqîn a Amedê jiyana xwe ji dest dan duh bi şev anîn Dîlokê.

Cenazeyên 8 kesên ku li navçeya Farqîn a Amedê hati îdiakirin ku di êrîşa hewayî ya piştî qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dan duh bi şev anîn Dîlokê. Cenazeyên 8 kesan ji bo karên otopsiyê birin Saziya Tîba a Edlî ya Dîlokê. Piştî karên otopsiyê 8 cenaze rakirin Goristana Yeşîlkentê.

(rc)