Partiyên siyasî li Cizîrê malbat ziyaret kirin

18:53

JINHA

ŞIRNEX - Koma ji partiyên siyasî û rêxistinên girseya demokratîk ên weke HDP, EMEP, EHP, SYKP, DÎP û Halkevlerî pêk di hat li Cizîrê, malbatên welatiyên ku di êrîşên qîrkirinê ya 79 rojan de hatî qetilkirin ziyaret kirin. Komê di “jêrzemînên wahşetê” de jî lêkolînan kirin û dê li navçeya Hezexê lêkolînan pêk bînin.

Ji bo li Cizîrê lêkolînan bikin koma ji Alîgirên Hevserokatiya HDP'ê Alp Altinors, Fatma Kûrtalan, Parlementera HDP’ê Gûlser Yildirim, Serokê Giştî yê DÎP'ê Sûngûr Savran, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selam Gurkan, Seroka Giştî ya EHP'ê Sûbel Ûzûn, Sekreterê Giştî yê Halkevleriyê Nûrî Gunay û Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Sayin Nejla Kûrûl û gelek sazî û dezgehan pêk hat di hatin ziyaretan pêk anîn. Heyeta ku li taxên Nur, Sur û Cudî malbatên welatiyên ku di êrîşên qîrkirinê de jiyana xwe ji dest dayî ziyaret kirin. Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kunur ji beriya ziyaretan tekîldarî êrîşên qîrkirinê û piştî qedexeya derketina kolanan derbarê dorpêça hêzên dewletê de agahî da heyetê.

Koma ku ziyaretên li taxên Nur, Cudî û Sur’ê dawî kirin di “jêrzemîna wahşetê” ya yekem de lêkolînan kirin.

‘Em bi Cizîrekê dîn re rû bi rû man’

Serokê Giştî ya EMEP’ê Selma Gûrkan li ser navê komê tekîldarî ziyaret û lêkolînan axivî û got ku ew ji bo piştevaniya gelê Cizîrê ku bûne şahidê wahşet û komkujiyên dewletê ziyaret pêk anîne. Selma da zanîn ku qedexeya derketina kolanan a 9 rojan jî Cizîr ziyaret kirine û got ku ew piştî qedexeya derketina kolanan a 79 rojan bi Cizîrekê dîn re rû bi rû mane.

Selma anî ziman ku ew dê bi piştevaniyê birînên gelê Cizîrê derman bikin û wiha axivî: “Cizîr bi giranî birîndare lê ne nexweşê di nava cîh de ye. Bi rastî berpirsyariya me li hemberê polîkayên şer a hikumeta AKP’ê û eksên wî de her tim parastina azadî û demokrasiyê ye. Em ê jî ji bo azadî û demokrasiye berpisyariya xwe bicîh bînin. Piştevaniya bi gelê Cizîrê re bidomînin.”

Piştî lêkolîn û ziyaretên komê ya di taqîba wesayîtên zirxî de ji Cizîrê derketin û ji bo lêkolîn û ziyaretan ber bi navçeya Hezexê ve çûn.

(kom/rc)