ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Li bajarê Til Temir qada Dadê bi kedê jinan adelet û wekhevî pêş dixîne. Jinên di Dadê de dixebitin kar û xebatên xwe vegotin.

*Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava bi despêkirina piştevaniya 'xweh û bira' re gelek malbatên ku ji ber şer malên wan hatine xirab kirin serî li komeleyê didin. Yildiz Yildirim yê ku ji Îzmîrê piştevanî daye despêkirin got, "Dibe ku ev şer li Îzmîrê hatiba despêkirin, hevgirtina gel di pêvajoyên wiha de diyar dibe."

*Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel qirkirinên siyasî nirxand û got: "Di çarçoveya operasonên KCK'ê yên sala 2009'an de em girtin. Wê demê em li gel Sêvê, Fatma, Olcay, Çîmen, Pero û gelek jinên din girtîbûn. Dema em derketin jî me nîşanî her kesê da ku em dest ji tekoşîna xwe ya jinê bernadin."

*Weşanxana Aramê li gel hemû tindiyan ji dema despêkirineye heya niha berdewam dike. Editora Weşanxanê Zozan Ozkeskin diyar kir ku li gel astengiyan jî li Kurdistan û Tirkiyê belavkariyek baş dikin.