'Em li ser warê xwe kampa DAIŞ'ê naxwazin'
10:42
JINHA
FREİBURG - Li hember kampa penaberan a ku AKP dixwaze li Gurgumê çêke li bajarê Freiburg ê Elmaniya çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta "Em li welatê xwe kampa DAIŞ'ê naxwzin" hat vekirin
Çalakiya li Kartoffelplatzê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Freîbûrgê û Dergaha Çanda Elewiyan a Freîbûrgê ve hat organîzekirin. Girseya gel a li vir civiya, bi pankarta bi nivîsa "Em li welatê xwe kampa DAIŞ'ê naxwzin" vekir û dest bi meşê kir. Çalakger heta navenda bajêr meşiyan û li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, kampa li Terolarê ji bo guhertina rewşa demografîk a herêmê tê çêkirin û hat gotin, "Em ne li dijî kampeke însanî ye. Lê belê ya ku AKP hewl dide bike, bicihkirina endamên DAIŞ'ê ne. Em ê nehêlin axa me bibe baregeh ji avn terorîstan re."
(zt)