Qeymeqamiya Farqînê cardin qedexe îlan kir
12:39
JINHA
AMED - Qaymeqamiya Farqînê li 10 taxan careke din qedexeya derketina derve îlan kir. Bi destpêkirina qedexeyê ve li taxa Şêrelê bombebaranê dest pê kir.
Qaymeqamiya Farqîna Amedê li 10 taxên navçeyê careke din qedexeya derketina derve îlan kir. Qedexeya ku saet di 09.30'an de dest pê kir li taxên Gorduk, Yayikli, Otluk, Susuz, Eskîkoy, Gîndûzkoy, Karahaci, Ûçbasamak, Çigyatagi, Çardakoyê hatiye îlankirin. Ji serê sibehê heta niha li çoltera Şêreyê bombebaran tê kirin. Beriya ku bombebaran dest pê bike heronan li herêmê dîmen kişandin. Li herêma ku ceryan hatine qutkirin bombebaranakî dijwar tê kirin.
Li çoltera Farqînê di 14-15'ê Nîsanê de qedexeya derketina derve hatibûîlankirin û gund hatibûn bombebarankirin. Di bombebaranê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
(zt)