Hevserokên DBP'a Peyasê hatin girtin
18:56
Nîsan
17
/ 2016
JINHA
AMED - Hevserokên DBP'a Peyasê Sevîm Adsoy û Mustafa Uyguner hatin giritn.
Di serdagirtinên malan ên 14'ê Nîsanê de li hember Navenda BDP'ê, DBP'a navçeya Peyasê û gelek navnîşanên din de 3 siyasetmedarên kurd hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên wan hatin girtin, hevserokên BDP'a Peyasê Sevîm Adsoy û Mustafa Uyguner bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û hatin girtin. Kar û barên lêpirsînê ya Hevserokê BDP'a Amedê Alî Şîmşek li dozgeriyê berdewam dike.
(zt)