ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Koma Futbolê a Jinên Amedsporê piştî bû şampiyon vê carê berê xwe da maçên play-offê. Ji lîstikvana koma Amedê Bûşra Oncu got, "Li vir me serkeftina komê yê şampiyoniyê pîroz kir. Em bi hêvîne ku pîrozkirina me yê duyem wê lîga 2. be. Divê her kes ji me bitirse êdî, Amed çiye dê her kes bibîne."

*Endama Desteya Jinê ya Meclîsa Rêveberiya herêma El Şehba Emîne Xidro kar û xebatên desteye vegot û da zanîn ku ew hewl didin bandora şer û kevneşopiyan ji holê rakin.

*Li Navenda Çand û Hûnera Feqiyê Teyran a Colemêrgê jinên ciwan perwreda erbanê dibînin. Jinên di koma erbanê de perwerdê dibînin gotin: "Em niha xwedî li mirasên Delilayan derdikevin, ev ji keyfxweşiyek pir mezine ku mirov xwedî li dîroka jina kurd derbikeve."

*Piştî li Geliyê Zîlanê berf heliya welatiyên herêmê dest bi amadekariyên biharê kirin. Jin bi xweşikbûn û dewlemendiya geyayê ji çiya kom dikin debara mala xwe dikin.

*Hevseroka TAYD-DER'a Îzmîrê Seda Tanrıkulu, diyar kir ku her diçe ser girtiyên siyasî binpêkirinên mafan zêde dibe û got: "Sekna hevalên me ya berxwedêr ji bo me hemûyan peyame. Li gel hemû tindî û polîtîkayên helandinê em li gel hevalên xwe ne. Emê hewilbidin bibin dengê wan û malbatan."

*Jinên ku bi pêşengiya Komîteya Aborî a Jinan xwe bi rêxistin dikin, qadê kooperatîfên çandiniyê berfireh dikin. Jinan diyar kirin ku, kooperatîfan re ew ê bi rûhê têkoşînê aboriya komînal pêşbixin û gotin, ew ê wek jin di nava qadê hilberîn û jiyanê de bin.