Li Cizîrê dorpêç û serdegirtina malan

11:43

JINHA

ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê piştî êrîşên qîrkirinê dorpêça hêzên dewletê bi serdegirtina malan didome. Tîmên taybet ku rojane li ser dehan malan de digirin, bi gotina “Em yekê digerîn” bi saetan di malan de lêgerînê dike û dehan welatî binçav dike.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku di encama êrîşên qîrkirinê ya 79 rojan de bi sedan welatî hatin şewitandin û hatin qetilkrin, êrîş û dorpêça hêzên dewletê didome. Hêzên dewletê ku taxên Cudî, Sûr, Yafes û Nurê ku êrîşên qîrkirinê herî zêde hatî jiyîn bi dorpêç kirinê bi ser malan de digirin. Tîmên taybet ku malên ku bi ser malan de digirin deriye malan dişikînin bi seatan li malan lêgerînê pêk tînin. Tîmên taybet ku tu destûrnameya lêgerînê jî nîşanê xwediyê malan nadin. Hêzên dewletê serdegirtina malan û lêgerîn ji bo xwe kirine wekî karê rojane. Piştî lêgerînan tîmên taybet bi gotina “Em yekî digerîn” bi saetan didome welatî tên binçavkirin li Miduriyeta Polîsan bi saetan rastê pirsên tîmên taybet tên.

Tîmên taybet ku bi çekên giran û bi wesayîtên zirxî li kolanên Cizîrê dorpêç kirine welatiyên Cizîrê ji kontrola GBT’ê derbas dikin.

(kom/zt)