Li Şirnexê di nava hefteyekê de 40 binçavkirin

12:35

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê di bargeha operasyonên qirkirina siyasî de 2 welatî hatin binçavkirin.

Li Şirnexê li gel domandina êrîşên qirkirinê yên di bin navê "qedexeya derketina derve" de, operasyonên qirkirina siyasî jî didomin. Di operasyonên hemwext de welatiyên bi navê Ahmet Erkan û Mahmût Sevîk hatin girtin. Li gor agahiyên bi destketî, ajokarê Parlementera Şirnexê ya HDP'ê Leyla Bîrlîk, Ahmet Erkan li ser rêya Şirnex-Sêrtê, xebetakarê Şaredariya Şirnexê Mahmût Sevîk jî li bajaroka Dêrgulê hatiye binçavkirin û ew birine Muduriyeta Polîsan a Şirnexê.

Li Şirnexê di baregeha operasyonên qirkirina siyasî de, di 10 rojên dawî de zêdeyî 40'î kes hatin binçavkirin û nêzî 20 kes jî hatin girtin.

(kom/zt)