4 girtiyên jin surgun kirin
15:30
JINHA
SEMSÛR - Li Semsûrê 4 girtiyên ku di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de hatibûn girtin ji Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê sirgûnî Girtîgeha Tarsusê hatin kirin.
Li Semsûrê 4 girtiyên jin ê ku di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê di encama serdegirtinan de hatibûn binçavkirin û girtin sirgunî Girtîgeha Tarsusê hatin kirin. Girtiyên bi navê Zelîha Karinca, Elîf Ezgî Karadogan, Hasret Apl û Vîldan Sol ên li Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê hate hînbûn ku hatine sirgunkirin.
Parêzer Selîm Ozbek diyar kir ku muwekîlên wî di 8'ê Adarê de hatine girtin û wiha berdewam kir: "Der barê muwekîlên min de hê îdianame nehatiye amadekirin, doza hatiye vekirin jî tuneye. Di vî merhaleyê de sirgunkirina wan nehiqûqî ye." Delîm anî ziman ku doza girtiyan li kû derê tê dîtin divê li wir di girtîgehê de bên girtin û ev tişt anî ziman: "Li Girtîgeha Semsûrê li gel ku derfêt mayîna wan heye jî bêyî ku hincetê bidin nîşandan sirgûnkirin nayê qebûlkirin. Ev pêkanîna AKP'ê ya li dijî girtîyan e. Ev pêkanîn ne li gorî hiqûqê ne jî li gorî exlaq ne jî pîvanên etîk e."
(zt)