Bi topên hewanan êrîşî mala sivîl têdene dikin

17:54

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbîna ku êrîş lê dijwar dibin, di êrîşa bi hawanan a li hemberî avahiya ku sivîl lê diman de welatî di bin enqazê de asê man û piştî demekê welatî ji aliyê cînarên xwe ve hatin rizgarkirin.

Li Nisêbîna Mêrdînê ya ku ji duh bi şevê ve pevçûnên dijwar lê diqewimin, tax ji aliyê hêzên dewletê ve tên gulebarankirin. Li Kuçeya Şîmalê ya Taxa Barişê li hemberî mala bi jimare 34'an êrîşeke hawanî pêk hat. Di dema êrîşê de welatî di bin enqazê de asê man. Li ser vê malbata dibin enqazê de asê ma li 112 û 155'an geriya, lê gerîna wan tu encam neda. Malbata di bin enqazê de ma, ji aliyê welatî û cînarên li derûdorê hat rizgarkirin. Li navçeyê li taxên wek Abdûlkadîrpaşa, Firat, Dîcle, yenîşehîr, kişla û Zeynelabîdînê pevçûnên dijwar didomun. Bombebaran wesayîtên zirxî yên li sînorê Qamişlo-Nisêbînê, derdora nexweşxaneya kevin û li ser rêya Îpekê hatin bcihkirin didome.

Li Nisêbîna Mêrdînê ya li hemberî êrîşên qirkirinêy ên hêzên dewletê berxwedana xwerêveberiyê lê didome, di pevçûnan duh bi şevê ya li sînorê Qamişloyê de 18 endamên YPS/YPS-JIN'ê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku dê cenazeyê şervanan bînin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

(kom/zt)