ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:02

*Endama Konseya Leşkeriya YPŞ'ê Zeynep Cudî di derbarê hatina Cejna Çarşema Sor de nirxandin kir û got: "Divê bi wesîleya Çarşema Sor hemû jin beşdarî nava refên YPŞ'ê bibin. Werin em bi hev re vê jiyanê avabikin û hîn zêdetir bi wate bikin."

*Navenda Zanist û Perwerdeya Jin bûye çavkaniya çareseriya pirsgirêkê tevahî jinan.

*Jinên Wanê bertek nîşanî dorpêç û rêveberiya awerte a ku ji 13'ê Adarê heya niha li ser Geverê berdewam dike dan û wiha gotin, "Em ê wek dayik xwedî li ax û zarokên xwe derên û deng bidin Geverê. Divê tevahî gelê me dest bidin destê hev û xwedî li berxwedana Geverê derkevin."

*Jinên xwedî li jiyana xwe derketine û ji 8'ê Adarê hêz girtine li Morfestîfalê de gihan hev. Me jî ji jinan di derbarê tekoşîna jina azad de nêrîn girt.

*Girtiya nexweş Feride Arbuz li gel 33 hevalên xwe ji Girtîgiha Karataşa Edenê hatin sirgun kirin. Feride ku ji girtîgihê bi ringek cûda hatî sirgun kirin 6 roje agahî jê nayêgirtin.

* Rojnameger-nivîskar û jina femînîst Duygu Asena, bi têkoşîna xwe yê li hember jiyanê tê nasîn. Duygu bi gotina, "Hûn ji min fêm nakin, ez têkoşîna xwebûyînê didim. Dixwazim bi navê xwe bêm bîranîn. Ji mêran tenê hêviyê min dostbûyîne. Dostbûn jî bi rêz û wekheviyê pêk tê. Li şûna ku wekhevî nînbe herdu jî li holê nînin" li pay xwe têkoşîna jiyanê hêşt.