Meclisa Jinên HDK'ê: Emê 1'ê Gulanê li Taksimê bin

18:28

JINHA

STENBOL- Meclîsa Giştî ya Jinên HDK'ê, daxuyanameya encama civîna xwe yî di 16'ê nîsanê de li dar xistibû aşkere kir. Meclîsê banga di 1'ê Gulanê de li qadan bin li hemû jinan kir.

Meclîsa Gişti ya Jinên HDK'ê, daxuyanameya ecancama civîna ku di 16'ê nîsanê de li Stenbolê li dar xistin bi raya giştî re parve kir. Di civîna ku polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî jinan hat rexnekirin û ji bo têkoşîneke hevpar bang li hemû jinan kir. Di daxuyaniya nivîskî de, li hemberî zagonên kolekirina jinên karker, êrîşên zayendî û hewldanên îstîmlaqkirina faşîzmê ji bo 1'ê Gulanê hemû jin vexwandin qadan.

Di daxuyaniyê de bûyera îstîsmara 45 zarokan li saziyeke Weqfa Ensarê ya li Karamanê hat şermezar kirin û wiha hat gotin, "Em wek Meclîsa Jinên HDK'ê, di wê qinyatê de ne ku şideta li hemberî zarokan encama şideta mêra ye. Em Qesrê, AKP'ê û Weqfa Ensarê û piştgoryên wan şermezar dikin û li hemberî vê em di 20'ê nîsanê de hemû jinan vedixwînin doza li Karamanê."

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku "hilanîna destnedayînê' bi destê boloka şer pêk tê û wiha hat gotin, "Em wek Meclîsa Jina ya HDK'ê, em texrîbat û xesarên êrîşa 1994'an a li hemberî têkoşîna demokrasiyê careke din bi bîr dixin û şert mû merc çi dibe bila bibe em dê tu carî dev ji pêşengiya têkoşîna demokrasiyê."

Di daxuyaniyê de derbareyê operasoynên qirkirina siyasî, girtina akademîsyenan, kampaên AFAD'ê yên li derdora Gurgum, Sêwaz û Erzînganê hat rawestandin û di vî warî de banga têkoşîna li hemberî van pêkûtî û pêkanîna hat kirin. Her wiha ceclîs bang kir ku dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin û ji jinan xwest ku hemû beşdarî doza arasteyî îstîsmara zarokan a li Karamnê ya ku dê di 20'ê nîsanê de pêk bê bibin.

(zt)