ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên Êzîdî yên li Rojavayê Kurdistanê cejna Çarşema Sor li tevahiya Êzidiyan pîroz kirin.

*Jinên di atolyeyên tekstîlê yên Amedê de 10 saeta di jêrzemînên binerd de dixebitin bi zorê mizeya kêmkirî digire. Jinên bê ewle dixebitin gotin; "Em berhemê keda xwe dixwazin."

*Endama Meclîsa Damezrîner Elîzabêt Gewriye têkîldarê sistema federaliyê nirxandin kir û got ku armanca federaliyê jiyanek hevbeşe.

*Jinên di berxwedana li hember RES'an de gihan hev xebatên xwe di Festîfala Hingiv a cotmeha sala derbazbûyî de gihandin zîrveyê. Jinên ku piştî festîfalê her hefte 'Bazara Organik' vedikin diyar kirin ku dê têkoşîna xwe mezin bikin."

*Dîroknas Ayşe Hur derbarê îstimlaqkirina polîtîkayên berê agahî da û ji bo polîtîkayên îskanê ya dema nû de jî got ku dîroka Sûrê di hişekî kolektîf de û ji bo gelê herêmê cihekî girîng e û wiha axivî: "Blokên TOKÎ yên ku ev demek dîrêj e li derveyî bajêr tên avakirin bandor li ser polîtîkayên nufisê de jî heye. Ez wiha difikirim ku bi rêya TOKÎ yan dixwazin cihên ku kurd tê de dijîn biguherînin. Bajarên fabrîkasyonên nû tên avakirin."

*Li gorî rapora Konseya Berxwedana Navneteweyî ya Îranê, 40 girtiyên siyasî ku di girtîgehên Îranê de girtî ne ji ber şert û mercên girtîgehan ên xirab bi gelek nexweşiyan re rû bi rû ne. Li gorî rapora hat ragihandin ku nahêlin girtiyên jin bi zarokên xwe re hevdîtinê pêk bînin û bal kişandin li ser jinên ku hatine binçavkirin jî di kîjan girtîgehê de dimînin tên veşartin.

*Ekolojîst Janet Biehl bertek nişanî konsepta şer a hikûmeta AKP'ê da û bêdengiya cîhanê rexne kir. Janet her wiha têkoşîna jinan silav kir û got; "Ji bo pêkhatina çareseriya aştiyane hemû kes çi bikeve ser milê wan divê bikin."