Cenazê Gulistan Ustun a ku li Cizîrê hatî qatilkirin girtin
16:39
JINHA
DÎLOK - Malbata Gulistan Ustun a ku li Cizîrê di jerzêmîna wahşetê de hatî qatilkirin cenazeyê keça xwe girtin û berbi Cizîrê ve ketin rê.
Hûnermenda Navenda Çanda Mem û Zîn Gulistan Ustun a ku li navçeya Cizîra Şirnexê di jerzêmîna wahşetê de hatî qatilkirin cenazeyê wê ji aliyê malabatê ve hat girtin. Cenazê Gulistan Ustun a ku 13 sibatê birin Dîlokê û 28 sibatê li Goristana Yeşilkent ê hatibû definkirin piştî testên DNA yê diyar bû. Malbata Gulistan ji cihê hatî defin kirin girtin. Malbat û reveberên MEYA - DER'ê bi konvoya wesayîtan cenazeyê Gulistan ber bi bêdewiyê ve oxir bikin berbi Cizîrê ve ketin rê.
10 cenazeyên ku ji navçeya Nisêbîna Merdînê birin Rihayê, malbatên Mehmet Necip Erdem û Huseyîn Sakin Mehmet li Nexweşxana Perwerdê ya Mehmet Akîf Înana Rihayê hatin teşîskirin. Malbat ji bo cenazeyê zarokên xwe bigrin serî li dozgeriyê dan. Piştî karê dozgeriyê dawî bû malbatan bi diruşmên 'Şehîd namirin' ji bo definkirinê cenazeyên zarokên xwe ber bi Nisêbînê ve xistin rê.
(dt/zt)