ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:01
*Dayîkên kesên ku di Şoreşa Rojavade jiyana xwe ji dest dayî êrîşê çeteyan ya li hember Taxê Şêx Meqsûd bi tundî şermezar kirin û dijberiyê ENKS'ê û hêzên opozîsyonê nirxandin.
*Konca Kuriş digot: "Mirov ji peyama di Quranê de mêr serdestê jinanin bawer dikin. Lê suretek wiha nîne. Ji ber ku mêr Quranê şîrove dikin, ji bo wê wiha ye. Lê dema ku jin wergerînin dê hîn zêdetir cuda be." Piştî van nêrînan musilman û feminist Konca Kuriş ji aliyê hizbullahan ve hat revandin û qetilkirin. Li gel hemû tehdîdan jî cesareta xwe nîşan da...
*Halîme Varli (13) di qada basketbolê de serkeftinên mezin bi dest dixe. Halîme bi serkeftina Koma Millî û xelata sayi kralîçebûnê gavên mezin avêt. Helîme diyar kir ku armanca wê WNBA'ye got, "Di şertê herî giran de bi baweriyê serkeftinê min dest bi leyîstikê kir."
* Xwendekarên Zanîngeha Rhodes yê li Başûrê Afrîqayê, lîsteyê navê kesên tecavûz pêk anîne li kampûsê darvekirin û tecevûzkaran teşîr kirin. Li ser vê yekê li zanîngehê çalakî despêkirin û di encamê mûdexeleyê polîsan de gelek xwendekar hatin binçav kirin.
*Her çiqas li ser weşana Rojnameya Kurdistanê 118'e sal derbasbû jî, li Kurdistanê êrîş û astengiyên li ser çapemeniya kurd bê navber berdewam dike. Rojnamegerên jin ku ligel canên xwe di nav zor û zehmetiyan de li qadên rêveberiya xweser rastiyên gel dişopînin, diyar kirin ku ew tu carî dev ji rastiyan bernadin û dê rastiyên gel ji raya giştîre ragihînin.