Li Cizîrê 2 jin hatin girtin

14:20

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtina malan de Ferîde Benzer û Zeytîn Akman hatin binçavkirin.

Li navçeya Şirnexê ya Cizîrê di serdegirtinên malan de Ferîde Benzer û Zeytîn Akman hatin binçavkirin. Her wiha yek ji malên ku ser de girtin jî mala Alî Tekînê bû ku di jêrzemînên wehşetê de hatibû qetilkirin.

Sedema 2 jinên hatin binçavkirin nehat zanîn û ew şandin Muduriyeta Polîsan a Navçeyê.

(zt)