Kermesa şêwirmendiya Surê

14:58

JINHA

AMED – Meclisa Jinên Şaredariya Peyasê ji bo malbatên ji nava Surê ji ber qedexeya derketina kolanan û şer neçar mane derkevin çalakiya şêwirmendiyê pêkanîn.

Meclisa Jinên Şaredariya Peyasê ji bo şêwirmendiya bi malbatên ji nava Surê ji ber qedexeya derketina kolanan û şer neçar mane derkevin kermes vekirin. Hevşaredarên Peyasê Fatma Arşimet û M. Ali Aydin, Hevşaredarê Yenişehirê Selim Kurbanoglu, Hevşaredarê Stewrê Aydin Alokmen, rêveberên BDP û HDP’ê, xebatkarên şaredariyê û gelek welatî beşdarî kermesa ku li Parqa 1’ê Gulanê hatî vekirîn bûn.

Dê dahata ji kermesê bê girtin ji bo pêdiviyên malbatên Surê bên dabînkirin.

(zt)